TEVGERA MIROVAHÎ Û NIRXÎ
Tevgera Mirovahî û Nirxê tevgerek e ku armanc dike ku mirovan bi nirxên xwe yên ku wan dike mirov, bi têgehiştinek bi nêzîkatiya mirovatî û şaristanî bigihîne hev.
Ji bo pêkanîna vê îdealê tevgera me ya ku li çar aliyên Anadolê bi yekitiya prensîb a dawet, perwerde û xebatên alîkariyê yên bi hişmendiya yekperestî û bi berpirsyariya bendetiyê tê meşandin îfade dike, xwedî dîroka têkoşîna bi hev ra ya nîv sed salî ye.
Ev tevgere, bi rêbertiya çend ciwanên bawermend ên ku di salên heftêyî de di nav tevgerên ciwanan ên wek MTTB û Akıncılar de bi îdeala ku nirxên Îslamê li erdnîgariya ku em lê dijîn têdikoşîn, di rojên dijwar de derbasî îro bûye. Tevgera me bi nirxên xwe yên xweser ve girêdayî ye li ser mîrateya bêkêmahî ya têkoşîna serbixwe ya van pêşengên doza ku ji dil, dilpak, dostane û cangorî, tevî hemû bêmimkûniyan û dest kurtiyên wan ên li wê demê.
Ev têkoşîna ku ji germahiya nav malan ber bi çayxaneyan, ji kolanan heta korîdorên dibistanan, ji zanîngehan ber bi civakê ve diherike, ji salên nodî û vir ve bi modelên rêxistinî yên cuda yên ku li gorî pêwîstiyên fiqhê yên serdemê tê tercîh kirin û helbijartin, û bi sazîbûn heta îro hatiye meşandin. Di encama van hemû ezmûnan de, em bi modeleke rêxistinî ya ku ji binî ber bi jor ve hatiye avakirin tevdigerin, “ku mirovan dixe navendê, armanc dike ku kesên şareza di qadê de vexwîne û perwerde bike, bibe xwedî rêxistinbûnek herêmî ya bihêz. di navendê de bibin xwedî nûnertiyeke xurt”. Di vê modela xebatê de prensîba herî bingehîn a tevgera me “şêwir” e û saziya herî bilind a biryardanê jî “Lijneya Şêwirmendiya Berfireh” e.
Tevgera me ku navenda wê li Stenbolê ye, bi rêxistin û nûnerên xwe yên endam li seranserê Anadolê, bi feraseteke ku cudahiyên me wek dewlemendiyê dibîne; tevgera me bi jin û mêr, kal û pîr, bi ruhê hevgirtinê li ser esasê fedakarî û pêşbaziya xêrxwaziyê erka xwe ya şahidiya mirovahî û şaristaniyê bi cih tîne, ev tevger meşa xwe ya demdirêj a ji bo vejîna nirxên me didomîne.
Têkoşîna me ya ku li ser milên jin û mêrên bawermend ku parêzgerên hevin bilind dibe, bi rêbaza xebatê ya malbat-navend xwe di nava civakê de dibîne.
Bi “Bernameya Perwerdehiya Nirxan li Malê (EDEP)” ji bo zarokan; bi bernameyên jin û malbatan ji bo malbatan; bi çalakiyên perwerde-çand-raman-huner-spor tê de hene ji bo ciwanan; bi gerên dersê, sihbetên tefsîr-hedîs-çîrok, semîner- panel-bernameyên konferansa ji bo mezinan; bi xebatên alîkarî û sêwiyan ji bo hemû beşên civakê, eksena xebata me ya sereke perwerde, vexwendin û dilovanî ye.
Mebesta xebata me mirovahî ye, nirxên me wesîleya gihandina mirovan ber bi kamilbûnê ve ye û riya ku dê li ser navê mirovahiyê nirxên me bibe dadwerî û şaristaniyê, tevgera îslamî ye.